the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Asa Evdal

Hekîmo

Were bê hekîmo Hergê tu Xwedê mêra dihebînî Vê sibê tu ser minra dikî nazî wî, wî De tu were melhemekê çêke Birînê birîndarê mala bavê min ra Ji dûvê helika, donê zeytê, koka darê vê mircanê Hekîmo qurba wez xirêşînî têrîbalîm Were wez xelê vê şîrî têrîbalîm Wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim Mala halê dinyalikê, zêrê serê van pîreka Weke gava begem nekir wiha ti qirar bide pêşkêşê hekîmê xwe bikim Şîrê zer memikê berma qîzakî, evdal im evdal im Wey hekîmo bextê te da me Birîndarê mala bavê min xedar e Were bê hekîmo, wegê xwedî mêra dihebînî Tê qutiya dû û dermana ji wiyalî hildî, bê viyalî wî wî Wegê xwedî mêra dihebînî Were melhemekî çêke, birînê birîndarê mala bavê min ra Ji dûvê helika, donê zeytê, koka darê vê mircanê Hekîmo qurba bextê min a wez xelê şîrî têrîbalim Wez xelê vİ şîrî têrîbalî Wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim Mala halê dinyalikê, zêrê serê van pîreka Herkê gava begem nekir wiha ti qirar bide pêşkêşê hekîmê xwe bikim Bi şîrê zer memikê çarde salî, evdal im evdal im Ay hekîmo bextê te da me De bes e te ser mi ra lo bikî nazî

Bêjebêje © 2015-2024