the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aşiq Kamil

Hatim Te Bixwaziim

Xelqê bi deylal hat der da Tu bi delayla bi dilan î Xelqê bi deylal hat derda Wey tu kulîlka bi malan î Orta bi kirês wê bi dîl kim Tu bi delaliya dilan î Orta bi kirês wê bi dîlkîm Tu bermaliya malanî Delal hatibû wî di der da Fîno qotik serî da Çavê bi dostê bi ronî da Tu bi delaliya dilan î Ez hatim wê bi te bibînim Tu bi delayla dilan î Dê û bav te dilkîn in Tu bi delaliya dilan î Pir qeleynî distînin Tu bermaliya malyan î Ez hatim te bixwazim Tu bi delaliya bi dilan î Ez hatim te bixwazim Tu bermaliya malan î Dê û bavê te binasin Tu bi delaliya dilan î Pir qeleynî dixwazin Tu bermaliya şeylanî Ez hatim te di gul kim Tu bi delalê dilan î Orta kirês wê bi dil kim Tu bermaliya şeylanî

Bêjebêje © 2015-2024