Aşiq Kamil
Xelqê Delal
Xelqê delal hatî wirdîn
Min nas nekir lê zerî heyran
Dikenê şîrîn selam dikir tu delal î
Delalê de tu were em ê qaşê gustîla bi hev biguherin
Bira heval û hogirê dora me fem nekin
Bûna te bû barî emrê min
Zeryam meşiya fêzî malan
Vê beravê wî lo barî emrêm
Kinc şûştine sabûna bireqî
Pê werkiriye vê gulabê lo zerî heyran
De bira wez ê bibûme pelê bi ewrê reş û tarî
Bûna xelqê delal min ê sî vegirta û lo wê hindavê
Zerî heyran serê xwe bişo
Avê merêj barî emrê
Guliya berde û kinê û dirêj lo zerî heyran
De tu were ramûsanekê li min kerem ke
Tu cara heval û hogirê dora xwe ra nevê
Hosta Kamîl saz dixîne
Cime’tê ra gula tîne