the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aşiq Kamil

Zanebûn Ku Heye

Zanebûn heye emrê min e Cim’eta delal, xelqê delal, gula min e Meclîsê ra saz dixînîm Cim’etê ra gula bêtîn im Yar cînar î, yar cînar î Tu delal î, ez têr nabim tu bi dîndar î Çavê di belek te ez şa kirim Bi çavê di belek şîret kirim Te bi kenê xwe ez şa kirim Soz û qerar teyê lo ne li dabûn Me cotê xelat xelat kirim Tu bî cînar î, yar cînar î Ez têr nabim tu bi dîndar î Tu bi delala bi delal î Tu bi kulîlka ber çevan î Ez mayî wê bi te dîndar î Ez têr nabim te delalê Ti cînar î mel cînar î Ez têr nabim tu bi dîndar î Çevê belek reş in şikil danê Sûretê te torinê sor in ramûsanî Ez mayî li bi te xeberdanê Gotina Kamil nola gulê Gulê bi di vê nîsanê Kamil rûniştiye êrê danî Saz dixîne radyo Sîmîlanê Tu cînar î yar cînar î Tu dîndar î tu cînar î

Bêjebêje © 2015-2024