the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aşiq Kamil

Zerîyê Heyran

Zerî heyran, meşiyane delal bedewê, li seyranê Xelqê delal derketiye lo vê seyranê Wê hilkişiyane çiya û baniya bi lo bi zozanê, bi lo zerî heyran Wê bigerin mêrgê bi lo van çimeniyan Hêşîn dikin tevî gulê bi lo van rihana, lo vana te go Delal de tu were em ê herin nav zeriya Em ê bikin henek, kêf û bi bi lo laqirdiya lo vana te go De tu were ramûsanekê wê li min kerem ke Destê mi da ad û qerar bike dê û bavê lo xwe ra nebê, ji lo berî emrê De tu were destê mi da ad û qerar bide dayik û bavê lo xwe ra nebê, lo Zerî heyran Zerî heyran, derdê bi dila bi lo ez danîme Tu bixwe çiyan î bi lo ez kanî me, lo vana te go Tu ehdîn î lo ez benî me Tu bi xwe gul î ez miştêrî me lo Zerî heyran Usta Kamil lo saz dixînim Cim’etê ra gula tînim

Bêjebêje © 2015-2024