the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aslîka Qadir

Dayikê

Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe Roja şemiyê serê min bişo û xemla min bike Bisk û temorîka li ber eniya mi çêke Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê Herkê tê min dixwaze bira bê mi bixwaze Herkê tê mi direvîne bira bê mi birevîne Herkê mi narevîne wê sibê mi bi rê kin Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê Ay feleka mi xayîn e, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê Lê lê dayikê, heyranê, kanîkê me şêxan û pîra li hemberî Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê Bila ji nîvê şevan û pêştir bê nava xal û xetê mi gerdenê Devê xwe têxe boxaz qirikê nava helî mircan û morikê min rebenê Heta devê te bigîje binê qulpê guharê min ê heyderî Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê Ay feleka mi xayîne, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe Roja şemiyê serê min bişo û xemla min bike Bisk û temorîka li ber eniya mi çêke Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê Herkê tê min dixwaze bira bê mi bixwaze Herkê tê mi direvîne bira bê mi birevîne Herkê mi narevîne wê sibê mi bi rê kin Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê Ay feleka mi xayîn e, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê

Bêjebêje © 2015-2024