the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aslîka Qadir

Delal

Were hey delal, hey delal tu delal î Delal qurban tu delal î Were hey delal gazî ye xweş hewar e Dora koşka bavê Hemîd girtine çareçar nikale ye Bi gotinê Elî Begê mîrê zirav bi gulê mawîzerê her du zenda birîndar e Ne xwezil wê evdî ra ku Hesen Paşa Bavê Edo ra sê roj e bive dijmin û neyar e Notlanî çiyayê Sîpanê û Xelatê mije û dûman e ser neyar da merî xwar be Were hey delal, hey delal, hey delal tu delal î Were hey delal, hey delal tu delal î Delal qurban tu delal î Delal qurban Çawişvanê wê çîman e Bi gotinê patrondaşê Elî Begê mîre zirav ji êvar da kîsî carkî dane Elî Begê erafê meydanê dikir gazî digo Simbo, Şêro kurê min kiribin çê bin çê bxebitin, wextê hewara meyê bê Edoyê Hesen Axa taxana rû erda ne Were hey delal, hey delal, hey delal tu delalî Delal qurban şer qewimiye Çewişwanê beriya avê, Gotine eskerê kurê savde şaşela tên bi sê taxbûra gulla davên Gotinê hatiye kuştinê Îskanê Zero siyarê dewletê gula siyara De wê çawa cinyazê vî maqûlî danîne Çamuşwana kavil nav neyara berî tevê Were hey delal, hey delal, hey delal tu delal î

Bêjebêje © 2015-2024