the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aslîka Qadir

Elîyo Bira

De hey lê û hey lê, hey lê Eliyo bira hey lê Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo, dilê mi ra bilindciya Eskerê almata nîzamê li ser serê Bavê Fexrî her çar berxê Mala Elî gelo, dikişiyan ha diciviyan Wextê Bavê Fexrî dibû delîvtengiya mêra pêsîrtengî, bira ji derketa serê Sel- hedîn lawê Temo, na wele mînanî gur e, gurê serê çiya De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi sûs e Eskerê almata nîzamê tivingê wan ser milê wan dûrva têne, diçûrisin De kulê têkevî mala pismamê nemam Na wele Hesenê Bitûse Li Çemê Heskîfê bigire heta Pira Batmanê, li ser serê Bavê Fexrî her çar ferxê mala Elî datîne qerewil e di cesûs e De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi binik e Eskerê almata nîzamê tivingê wan ser milê wan dûrva têne, tiketik e De kulê têkevî mala pismamê nemam Çawa vê sibê erafê meydanê ne hatiye kuştinê Eliyê bira, şêrê min î çargurçik e De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayêî

Bêjebêje © 2015-2024