Aslîka Qadir
Keçikê Canê
Keçikê canê bejna te zirav e lê lê lê wey ez ê bişkêm
Wez ê bişînim sûka Diyarbekirê kemberekê bînim lê lê lê ku bidim piştê
Kulê tu bikevî mala qomsî nemama, çawa nahêle gavekê rûnêm ber teniştê
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê
Wez ê xan manekî keleşgewra xwe ra çêkim lê lê lê ha li vê milê
Wezê dergekî lêxim ji darî lê lê ji darî gulê
Wez ê terka çav û biriyê belek dêmê gulî nadim, heta stêrka sibê li min hilê
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê
Keçikê canê dilê mi mînanî xana lê lê misafira
De migo tê da dibuhire lê lê kawranê gira
Tirsa mi wê tirsê wez ê herim welatê xerîba
Bimrim, ser min neyê qujînîya bav û bira
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê
Keçikê canê mala me cînar e lê temam şûşe lê pencere bûya
Gilî gotinê mi keleşgewra mi her ro, her gav tev hev hebûya
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê