Aslîka Qadir
Kemençe
Nav her sazî da bijartî
Weke de sazî kemençe
Merî dixwest te nebîne
Tu jê ra xas î kemençe
Birca dîn e pê bigîjî
Rojî hewas î kemençe
Kî kare te dest xwe xe
Eşq ra bes î kemençe
Geşûka te ava zêr da
Perwerde be hezar rengî
Mîna têla hespê berî
Ko xeberdî bi xweşengî
Hinek hişyar sivê dixî
Hinek radizê bi bengî
Bi şerefa şîret e jî
Tu zêrîna xas î kemençe
Hinek xweş te de dîberîn
Şa dikî ev ê ku nexweş be
Dengê şîrîn guhê xwe kî
Derî te ra gul te geş be
Itmazî xelqê ke
Bêje meşqê te bira xweş be
Heya sax e saye dova
Tohê hênas bî kemençe