the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aslîka Qadir

Tu Min Ra Tava Jor 1

Bedew û qeşengê te me Ay ronaya çevê min Keskesora rengê te me Ay tu roj û tava min Pençê royê diteyisin Dineqişe keskesor Lê gava ku ez dinivîsim Tu yî min ra tava jor Bedew û qeşengê te me Ay ronaya çavê min Keskesora rengê te me Ay tu roj û tava min Kewa min e gozel e xwest Perwestê nav hewayê Min bi hesreta xwe re bibe Her çar aliyê dinyayê Bedew û qeşengê te me Ay ronaya çevê min Keskesora rengê te me Ay tu roj û tava min Feq tu mi dî roj çû ava Rengê keskesorê çû Lê dûr ketin ez û tuwa Kilamê me hê pir bûn

Bêjebêje © 2015-2024