Aslîka Qadir
Xezal
Xezalekê minê rakir ji baxê wê Rewanê
Xezaleke minê rakir baxê de li mi ji Rewanê
Minê bihîstiye kaxizê xezala mi ketiye şûra gelê, lo Bayranê
Minê bihîstiye kaxizê xezala mi ketiye şûra gelê, lo Bayranê
Kesek tune xezalê mi ra bide lo xeberdanê
Wele nabe, bîle nabe, dilê min ketiyê lo çare nabe
Heça berfa vî bêlanî, heça berfa vî bêlanî
Sivê da heliya neheliya minê tasa ava lo sar jê nanî
Sivê da heliya neheliya minê tasa ava sar jê nanî
Xwezila bibûma gustîlka zêrîn li pêçînga lo te mêvanî
Wele nabe, bîle nabe, dil kafir e lo ra pê nabe
Keçikê canê heça min gotine na ye
Heça mi gotine na ye
Minê bihîstiye teyê kotî şindokê mêrê xwe ra lo xeber daye
Minê bihîstiye teyê kotî şindokê mêrê xwe ra xeber daye
Bona wê yekê dilê min gelekî ji te maye
Wele nabe, bîle nabe, dilê min ketiyê lo çare nabe