the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazê Bazîdê

Xewna Şevê Bû

Di tariya şevê reş da Min dî xuya bû Carek nêrî dûr keniya Dîsa winda bû Li pê ketim min nezanî Xewnê şeva bû, xewnê şeva bû Bavê min çû ax negihîştimê Xewnê şeva bû Sekinîbû bi forta berê Dest li kêlekê Tizbî dikêşand şewqe li serî Xwarbû li hêlekê (Dîsgotin) Gotin û Muzîk: Hozan Aydin

Bêjebêje © 2015-2024