Awazên Çiya
Awazek Tê
Awazek tê ji rojava şoreşa kurdistanê ye
Xemla wan bi tûrîne cenga wan Şewqa rojê ye
Roj li rojava hilberî genim simbil rabun ser êdî
Ked û heyfa salên zorî li bêndera gela raperîn
Awazek tê ji rojava şoreşa kurdistanê ye
Xemla wan bi tûrîne cenga wan Şewqa rojê ye
Nas nake benda serdestî diherike ber bi azadî
Vaye iro nûjen dibe diroka li ser kurdistanê
Awazek tê ji rojava şoreşa kurdistanê ye
Xemla wan bi tûrîne cenga wan Şewqa rojê ye
Pêşkevin em serfirazin milletê kûrdî
Yan mirin emê bibînin an jîna kûrdî
Wa milletê kûrdi wa milletê kûrdÎ
Bihuşta welatê jînê nîrxê mirovahî can dide
Bi tina evîna rojê xweserîya hebunê saz dibe
Awazek tê ji rojava şoreşa kurdistanê ye
Xemla wan bi tûrîne cenga wan Şewqa rojê ye
Lê dide dilê kurdistan bi refên cangoriyên dozê
Pêl bi pêl mezin dibe diherike şoreşa vîyanê