the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Bazên Zagrosê

nav pelên dîrokê de dergûşa gelan ez im agir giha gerîla wey keda pîroz her ez im bereketa jînê de hebûna min gerdûn e keleha dilê lehenga û xwediyê gerdensenger im em bazên zagrosan e li zap, xabûr, mamreşo ne em bazên zagrosan e li avaşîn, zendûran e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e gerîla û rêzan im ronaka her serdemê qewl û rista azadîyê hew, nîşana li her demê dildarê doza îro, awir lewendên xakê em leylana çavê xezala zagrosa demê em bazên zagrosan e li zap, xabûr, mamreşo ne em bazên zagrosan e li avaşîn, zendûran e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e welatê'm kurdistan e hew, şûnwarê şoreşa ye ew sewdar û feda ye hey, birûmeta sala ye herdem vîn û berxwedan e, meydana egîda ye li hember osmanîyan cenga bazên zagrosa ye em bazên zagrosan e li zap, xabûr, mamreşo ne em bazên zagrosan e li avaşîn, zendûran e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e xofa dilê neyaran wey nêçîrvanê romîyan e

Bêjebêje © 2015-2024