the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Bişeng

Evîna te ji agir e, agirê pîroz bawerî û hevî û jîn e, ev rê û ev doz Te dîrok ji nû ve nivîsî bi xwîna zelal Bûyî stêrkek roja ronî bişenga delal Biharê dil dabû Botanê Adarê bi kaniyê hêviyê xwe pêçandibû Qada govenda evîndaran Roj roja nivîsandina çîrokeke nû bû Roj roja berxwedaniya keça kurda bû Ji bo jiyanek birûmet. Bûyî hevala Berîtan sipehî û lehengê Bi tîna tîrêjên rojê ketî govendê Kulîlk bi navê te bişkivîn li qada cengê De rabe xêlî li xwe ke ey bûka Şengê Belê delala şoreşê, birîna min a 'bêşar' Sal û demsal mîna zaroktiyên bêxem diherikin di newalên bêxemiyên de Îro navê te bûye notayên stranên serhildêr Navê te bi bayên gerok re bûye heval Wekî helbestê digerî li ser zimanên zarokên welat Ey keça rojê. Gûla baxê welatê min bişenga ciwan Li nav dilan tu bûyî evîn ey keça Kurdan Îro li riya te dimeşin em bi hezaran Tu bûyî sembola jîna nû Bişenga delal Bişenga delal Bişenga delal Gotin: Reyhan Îke Muzîk: Huseyin Uğur ji Awazen Çiya

Bêjebêje © 2015-2024