the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Cana Min

Ay lê lê cana min Ay lê lê sebr û zeriya min Te têr nego cana min Te negot bebr û zeriya min Dil hildavêje ji çiyîna te Arîn diherike ava Munzurê Dixwazim xêzkim wêneyên ji xeyalên te Bixemilînim jinê bi hêvî û evîna te Tû dûr neçî dûr Her tû nêzî ji me Dilê te diherike ji şevek Nîsanê Dengê awaze te li çiya û zinaran Dixwazim xêzkim wêneyên ji xeyalên te Bixemilînim jinê bi hêvî û evîna te Tû dûr neçî dûr Her tû nêzî ji me Tû kenî li ser lêvan heval Asoya xwe hûnan heval Li me zeriyan li te aram bê xwezî Şîba li me her tû loriya xweza Tû dûr neçî dûr Her tû nêzî ji me

Bêjebêje © 2015-2024