the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Çiyayê Cûdî

Heylo delal heylo delal heylo delal were migo çîyakê cudî Hey sebrê lê lê hey mîrê çîya hêêê wîla migo hûnê rabin Tirbika mi evdalê çêkin raserî şêxmihemed lê lê çav reşa Minê lê hê ser gelîya wila de ez evdalê xudê rojê bibin sê cara Ser qenterê lêlê sebra minê lêhê pez kûviya lêhê hê hê hê wey hûû.. Ema nema nema nema sebra dila bêje kulanû derda wez pîr kırım Wax ema neman hûy hey zalımê zalim bavê bêje rondikên çavan ax gıdî Bavê wez kurkırım dînê huy De heylo delal heylo delal heylo delal wile migo vê şirnexê hê hê Mêrgu kanî hê hê ax migo têde dıgere şalo şapkê delalê mi gulistanî Were te çavreşa minê lê xuristanî hê hê hê Weylo delal welo delal weylo delal mane bêje bejna ziravê hêê êvare mexrebeye hoy mane çavê min serêya evdalê xudê qerimî li hîvyateye Erê gidî bavê lê li rêkateye lê hoy mane bila gotina minute bi serê xwebi Gotina xelk dinya alemê nizam çi ji minû tere ehoy delalamin bê feydeye Nema neman way çiyakê cudî lê mîrê çiya lo mane tuyê dênû bala xwe bidî Serê va dola hemî kulîlkû kepirkê ax limirebenê lê lê banehiya sebrê xwezî Ez û bejnû bala zirav bibuna hevalû hogir heta vî şêxelî ax li mi goriyî Lê lê li ser geliya sebrê oy hê huuu

Bêjebêje © 2015-2024