the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Destana Zapê

Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Quntarê Çiyayê Metînan bamernê bûye mertal li seranserê Kurdistan raperiyan deng û ar Îro dîsa li Zagrosan kurd bûn çeper û hêlin bi rengê dewrana Îskender romî jî lê terpilîn Li Çiyayê Reş bûye bager birûsk û ewran reş vedan pêlên Ava Zê rabûn li zordaran bû çirav Neviyên Enwer Paşa tewişîn siwar hatin peya çûn ji ber gurzê gerilayan tar û mar û wêran bûn Tew tew tew tew tew tew Bihar hat û Zap xemilî neh gulên sor lê geş bûn bêhna gulan newroz geş kir cejn û şadî lê xweş kir Ji tîrêjên Apo?yê Kurd lê dinyayê bûne deng ji Kawa heyanî Mazlûm Kurdê azad e pêşeng Şahiya Zapê bi deng e roja nû ye pîroz e nîşana yekbûna Kurd e dîsa cejn û newroz e Destaneya Geliyê Zapê jîngarî û felat e wek Efsaneya Kawa ye rûmeta rojhilat e

Bêjebêje © 2015-2024