the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Em Rê Nadin

Li çiya dengê çeka Li dol û newal deng da Îro ceng e cenga şêra Em rê nadin dagirkera Em teyrê ser çiya ne Gêrîla ne gêrîla Fedayê her demê ne Gêrîla ne gêrîla Ew xayîn e kurmê dar e Wekî her car li ser kar e Em rê nadin hov û hara Derba gêrîla dijwar e Dem dema berxwedan e Ref bi ref serhildan e Parastina Kurdistan e Sonda me serkeftin e Em teyrê ser çiya ne Gêrîla ne gêrîla Fedayê her demê ne Gêrîla ne gêrîla Ew xayîn e kurmê dar e Wekî her car li ser kar e Em rê nadin hov û hara Derba gêrîla dijwar e

Bêjebêje © 2015-2024