the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Êvare

Êvare xweş êvare tava heyvê lê heyva min Êvare xweş êvarew xezêm şorê lê mala min Sihê girtî nizare tava heyvê lê heyva min Sihê girtî nizarew xezêm şorê lê mala min Kesek li vî gundî nema tava heyvê lê heyva min Kesek li vî gundî nema xezêm şorê lê mala min Ji xeyrî me dostu yara tava heyvê lê heyva min Ji xeyrî me dostu yara xezêm şorê lê mala min Êvare li me direngew tava heyvê lê heyva min Êvare li me derengew xezêm şorê lê mala min Pezgok berdan kerengew tavaheyvê lê heyva min Keryuk berdan kerengew xezêm şorê lê mala min Kesek li vî gundî nema tavaheyvê lê heyva min Kesek vî gundî nema xezêm şorê lê mala min Ji xeyrî wê bejna şenge tava heyvê lê heyva min Ji xeyrî wê bejna şenge xezêm şorê lê mala min Êvare xweş êvare tava heyvê lê heyva min Êvare xweş êvare lê zeryê mêvanê teme

Bêjebêje © 2015-2024