the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Kelaşîn

Dîsa hate berf û baran Dîsa hate ba û tofan Dinya dibe mij û dûman Diqerise şah û zozan Sar e sar e Kelaşîn herdem sar e Ber bizina dora gûnî Hembêz dike şev û rojê Navê wî bûye eşqa dila Her biharê ava sar e Sar e sar e Kelaşîn herdem sare Bejna helgurt pir bilind e Berde bûkê lê tu mêze ke Kulîlka sor bi heft reng e Behna xwe berda ser çomanê Sar e sar e Kelaşîn herdem sar e

Bêjebêje © 2015-2024