Awazên Çiya
Lê Xezalê
Lê xezalê lê delalê
Keça kurda lê xezalê
Ji boyî xezalê çûm şengalê
Nêçîra min çav belekê
Nêçîr dab û nav darikan
Min avêt pişt bi zerîkan
(Dîsgotin)
Dora kaniyê tev rîhan e
Şewqa Xezal wek mircan e
Çavê delala min reş e
Şemala wê da cihanê
(Dîsgotin)
Kerî hatin ber bi avê
Yek Xezal bû, bû bi hezaran
Rê nema li çiya û baniya
Tu azad bijî Xezalê
(Dîsgotin)
Gotin û Muzîk: Ş. Hêvî Şanoger