the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Pepûle

Pepûle can perperî Roj hilat û hilperî Li gel xunçên biharê Çeng livî, dil raperî Li golava Ormîyê Firî gul bi gul firî (Dîsgotin) Pepûleya çîyayê xweş Rûken û azad û geş Sergovendiya coşan Lal û nesrîn û binefş Kela germa havînê Li Mêrîwan bû bager (Dîsgotin) Xunava dêma Gulê Rpndika rûkê şêrin Bask û çengên şikestî Jan û birîna kul e Viyan bû tîra rojê Çing firîsteya dil e (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024