the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Rêber Apo

Mizgîn e ji Dîcle û Firat, mizgîn e Dîsa çav li Cûdî hêwirîne Kurmancên dinê lê dor bûne kom Deng vedan war bi war û kom bi kom Tîrêjên berbangê avêt çiyan Roka me li gerdûnê bû xuya Li ser ser û çavan tu hatî Hêviya hezar salan Ji bo axa tî û terikî Bû hilm û ba û baran Gundê fîsê xweş civat e Şêwira doza giran Qêrîna zindan û çiyan Dengê berxwedan û jiyan (Çend gotin ji hevalekî ku dengê xwe şibandiye yê Xelîl Xemgînî) Apo, ronî û hetav e Apo, şêrîn û xweşnav e Apo, rêberê Kurda ye Rabûna gela ye. Bû dengek li her derê olan da Bû rengek, xwe li her derê veda Alaya bilind û rengîn î Serfiraz, her dem baweşînî Ji nû ve koka dîrokê veda Rûtkê çepkê dewlet û key xwe da Ronî kir jin û jîngeh û xweza Şewq da ser çanda civaka azad Wê lingên hespê derwêşan Di bajarê mişkan de nema bişkên Wê qûmriyên Kela Dimdimê Xwe bi dar venekin bi keziyên xwe Wê zarokên welatê agir Nema li ser axa xwe bibin penaber Di bin gehna tîrojên ronahiya te de Xweza xwe têr bike bi germahiya evîna te Tevahî destanên bi êş, wê bi dawî bibin Wê Cûdîya mirada bi mirada xwe şa bibe Wê bi "lasera" xwe de ala Egîd û Mazlûman Nûda û Zîlanan serfiraz li ba bike Xewna girtiyên azad li ser sûrên Amedê rastî ye De bila seydayê Xanî jî di meqamê xwe de dilşa razê Va ye me kurdan heya rêber Dengê te rengê me de Kurdên çiyayê hev civîn Bo azadiya însan Li ser xaka Kurdistan Bûn jiyan û herikîn

Bêjebêje © 2015-2024