the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Roja Me Tarî Nabe

Rengê behitî ma ye di rû de Jana roja reş e ketiye can de Cemidiye mirov, dil teviziye Nal nala jiyanê ye, deng tê ji hinave Ken digiriya rûyê mirovan de Lal dibe gotin lêvên derwêşan de Valatiyê da, jan dide zeman Jiyan dibe mirin, mirin dibe jiyan Û hêvî şîn dibe.. Pê dikeve agir, agir geş dibe Geş dibe însan, hêvî şîn dibe Diçire bêdengî û diqîrîn Nikarin roja me tarî bikin Ronî dike laşên ar lê pêçandî Dawî tîne zivistan kulîlkên newrozî Dişewite, dişewite jana derwêşî Civakek dikene bi çavên Rêbertî Êdî dizane rengdarbin rû Mejî xwe gîhand tam û dema nû Mezin dibe dil ji eşqa berfînî Diherike jiyan bi azadî

Bêjebêje © 2015-2024