the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Şengal

Hey lê bayê ezmanê Çiyayê Şengala min û tê xweş tê Xur xura ewrê reş û tarî bi ser derda hey lê lê Ne hisan e kerêniya ji evar û reşa ketiye gelî û newalê Şengala min Dengê gur û roviya hey lê, de werin vê bêbextiya bi ser me de hatî wey lê wey lê De li vê bêbextiyê Ji xwer li vê neyariyê Li dol û deşta Şengalê Dengê lingê fermanê Hol e hol e hol e hol e Dewran e dor bi dor e Rehwana hespê delal e Li meydanê şer giran e Serkêşê siwariya Bi ol û baweriya Sozdana şengaliya Bernadin erd û dera Fermandar û heval e Hêvîya Êzîdxanê Mam Zekî çira Şengal e Laleş nûra gela ye

Bêjebêje © 2015-2024