the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Siya Jîn

siya jîn qêrînên li keviyên zinarên asê siya jîn siya jîn siya jîn rengên li çavên azadiyê siya jîn siya jîn siya jîn keskesorê dengê bazê çiyayîkayên wendayî siya jîn xemilandî bi qêrînên awazên bêdeng siya jîn Li civata stêrkan jiyan heyv e Û di nava tirêjan de mirov roj e Ev e xwezayîbûn ev e Siya Jîn Bi ramana vejînê şiyar bû Çiya ji xwe re kir yar û war Siya Jîn Bi coşa azadiyê dil herikandiye nav dilê jiyanê Gerne jînên li ser lêvan rihên biharê bişkivandin Siya Jîn Ji dilopekê bû gol Bû avên çeman Û li keviya deryayê beden daye ber pêlan Siya Jîn Hêlîna li zinaran bilind e ji giyanên pîroz re Û îro li hembêza star Lî Zagrosan Li hemû bilindahiyan Eniya me li rojê em bûne siya çiyan ji rastiya jiyanê re (Dîsgotin) Gotin: Xebat Cansoz

Bêjebêje © 2015-2024