the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Xemik Talana

Heyla min tuxubê deştîkû zozan giverû şikêre Rusorê xerab di bore pêlên wi diçe ber erşê xudêre Kaxizek ji meke û medina binbarek hatibû Mirina min êvdalê xudê vêre Wez nakevim ber mirina xwe Evdalê xudê wez nizanim piştî min Bejnika bilind çavên reş û belek wê bimînin ji kêre Xemik talane hey limino hey huuuu.... Girikê nîskê bilinde limin çû bani Xemlikû rewşika xwe girêda Xwisarê berfê şaşika sipî li serexwe weranî bî Kurik dibêje keçikê hey malate xirabê Çavênte ji xwe reş û belegin Ma çi hewceyî kilê siphanî bî Xemik talane hey limino heyûûûû Ezê li herekola mira ketim hetanî livî ..... Ax limin xweştê dengê şalûlan û bilbila Na wila qeb qeba kewê kovî bî De bila wez bibiyam qeftikek sosin û beybîn Wez biketyam navbera guharê zêr û zîvî heyderî Xemik talane hey limino hey huuuuu

Bêjebêje © 2015-2024