the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Awazên Çiya

Xerîbê

heyla li min xerîbê heyla li te xerîbê bê talîh û nisîbê xwedê neke kes bê xweyî be xerîb kî çi goto delalê çi goto cotyar çono coto xerîbê kember firoto heyla li min xerîbê heyla li te xerîbê bê talîh û nisîbê xwedê neke kes bê xweyî be xerîbka xwedê ya li bin dara guzê ya qismetê me jî li xwedê ya heyla li min xerîbê heyla li te xerîbê bê talîh û nisîbê xwedê neke kes bê xweyî be xerîbka osmana li ser dara kezwana bi hisreta gund û cîrana heyla li min xerîbê heyla li te xerîbê bê talîh û nisîbê xwedê neke kes bê xweyî be Gotin û Mûzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024