a photo of Aynur Dogan

Aynur Dogan

Eman Dilo

eman dilo eman dilo ji derdê yarê tim bi kulo janê eşqê avêt dilo dil û kezeb tev bûn kulo yar bû gul û ez bûm bilbilo (Dîsgotin) ji nav bexça meşî û bi rê ket por wek herîr li ber bê ket canê min ma û dilêm pêket dil wek tîr ji kevan lê ket j?serêm çû hiş û aqilo (Dîsgotin) ji nav gulan derket meş tê wek horîya ji nav bihuştê ji gulan hilm û bêhna xweş tê ji hêsra hûnarkem bûn şilo (Dîsgotin) di ber min re bihurî û dimeşe yek li ber min kir wek şeş e li pêş min kir şeva reş e bûm birîndar û nexweş e dil û kezeb tev bûn kulo (Dîsgotin) Helbest: Mihemed Elî Şakir Muzîk: Mihemed Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024