a photo of Aynur Dogan

Aynur Dogan

Min Bêriya Te Kiriye

Min bêriya te kiriye, bawerkem bêriya te kiriye Min bêriya te kiriye, bawerkem bêriya te kiriye Bipirse ji rengê buharê, bipirse ji gulên wê darê Bipirse ji rengê buharê, bipirse ji gulên wê darê Min bêriya te kiriye, bawerke m’bêriya te kiriye Ev çend sal e ez girtî (hepsî) me, zulm û zorî gelek dîme Lê bi evîna te dijîme bawerke m’bêriya te kiriye Jîna bê te ne tu jîne, jîna bê te ez dijîme Herku te’d bîra xwe tînim, hêz dide min û dijîme Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye Evîn nebe jîn şîne, jîna bê evîn qiymet nîne Dikim doza evînê bawerkem bêriya te kiriye Bipirse ji kevokên aşitiyê, bipirse ji hevaltî û dostiyê Bipirse ji dîwarên hepsê, ewê ji te ra bêjin rastiyê Min bêriya te kiriye bawerke m’bêriya te kiriye

Bêjebêje © 2015-2024