a photo of Aynur Dogan

Aynur Dogan

Rojek te

dayê delala minê hele bêje çawan î destên bavo maç dikim silav jî bo xwişk û bira dayê dûrbûn dijwar e doza welêt ji bîr nakim dil dixwaze vegerim çi bikim nikarim kurê min bes e vegere ´ kurê min bes e vegere çavên me li rê qetiya ez pîr bûme bavê te kal tirş û tahl e bo me jîyan kurê min bes e vegere li benda te me ez heyran lê lê ez qurban dayê rojek tê bê xem bê şer welat azad rojek tê rojek ronahî rojek bi şahî rojek tê bê xem bê şer welat azad rojek tê

Bêjebêje © 2015-2024