a photo of Aynur Dogan

Aynur Dogan

Yarê

Çûçik çûye bin darê re Silavek şande ji yarê re Heçî kî di nava min û yara min de fesadiyê bikin Xwedê nehêle biharê re, yarê yarê bêbext yarê Kerbiyê yarê kûrbiyê yarê, bêbext yarê Ji diyêr de mîha reş tê Dengê zengil bi min xweş te Serê çend sala ye ku şivanê mala Bavê te li ber derd û kula Ji cîgerê lê xwîna reş tê Yarê yarê lê bêbext yarê Kerbiyê yarê kûrbiyê yarê Yarê yarê kerbiyê yarê kûrbiyê yarê bêbext yarê

Bêjebêje © 2015-2024