a photo of Ayşê Şan

Ayşê Şan

Xerîbim Dayê

Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye lem e lem e. Dayê qurban ji xwe re pêli bi ser pêlê dixe davê ser kelem e. Hecî xanim dîsa îro dilê min şewitî dayka min ket bîra min e. De hêstirê çavê mi xerîba xwedê fena barana biharê Tê ji xwe re nasekine ey De heywax dayê, xerîbim dayê De heywax dayê, bêkesim dayê Kesê min nema li vê, vê dunyayê Derd wêranim dayê. De heywax dayê, mala minê, mala minê Dayka min dinale, haya min jê tune Deri cînara, dibê Elîf Xatûn emê ban kine keçka te, zêra salihayê Hecî xanim dibê ez naxwazim, kesêk bera neyê sermin de. De hunê ji bo xwedê têlefonê vekin, hunê lêxin Bera Ayşana mina dilşewitî were, azîzê ber dilê mine De bera were min bibe dextor û hekîma yê Welleh ji xeynî Ayşana min kesê min tu ne. De heywax dayê, xerîbim dayê De heywax dayê, bêkesim dayê Kesê min nema li vê, vê dunyayê Ez bimrim dayê. De heywax dayê, mala mi şewitî, mala minê dayê. Kûla xwedê bikeve mala bavê Osê Saliha yê Dizanibûn ez li kume xeberek ji bo xêra xwedê nedane mine Wella heyfa şîr û emegê te dane ewladê bêxêr Li koşê xestexanê, bêkes û bêxwedî, Zera û Alî nehatne ber serê te ne dayê De heywax dayê, xerîbim dayê Heywax dayê, ez bimrim dayê Welle kesê min nema li vê, vê dunyayê, dayê Bêkesim dayê.

Bêjebêje © 2015-2024