the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

De Were Canê

De were lê were lê were were lê lê lê De wezê bi çemê padişayê bi newala hopê ketim newalekê wa bi palê Wele ji minra hatî civaba xêra cemidî digo Genc Xelîl kûr mamê te nexwaşe li welatê xerîb û xurbetê nexwaşekî pir bê hale Ezê rabim destê Genc Xelîl kur mamê xwe bînim alîye malê wezê zend û bendê qûr ê sor ê spî bidim ber serî çotê deste wî bidim ser çotê memik ê xwe yê nû xale Ê lê belê ezê we sibêkê lê xwedê zane Genc Xelîl kur mamê xwe siwarbikim siwarê kar û bare Gava dikeve nava selefê siwara bira qîz û bukê lê nebêje waya kewanîya wî tune siwarekî bê pergale nemayê Ezê bi du Genc Xelîl kûr mamê ê xwe nemînim li dinyayê De were canê dil bi şewatim De were canê bi hêrs û inyadim De were mala te ez hîn ciwanim De were canê ez dîn û gêjim De were canê ji tera dibejim De were mala te j’ter dil dihêjim De were ezîzem de were Şewq bide çol û cobarên bê deng Şah bike êşa milên bê miraza Bila heyv bi awirên te zîz bibe Şev bila bilerize ji tîrêjên ronahiya te De roniya çawa de were tu heyva şeva De were ezîzem de were Bila pênus şerm bikin hibir kor bibe Lênusên dila bila pesna te ra nake Dilê te nifteya ziman ra hempa be Dafik şaş bibin û tenê tu bimine ji holê Êdi meyê canê dil kanîya xema Êdî meyê canê teqeta min nema ber sekeratim Êdî meyê canê derda ez xwarim Êdî meyê canê nalîn û zarim Êdî meyê mala te bê cîh bê warim Êdî meyê canê dil pîr û kale Êdî meyê canê emir heftê sale Êdî meyê mala te xalê seyidxane Dengbejî (Genç Xelîl): Gelêrî Gotin: İlyas Yücel Mûzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024