the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

Destana Hîlwanê

Haware ey hawar Binerin wê dîrokê Guhdar bin kurdino Bêjime wê çîrokê Ji rupela dîwana Ya seydayê Hilwanê Guhdar bin kurdino Bixwînim wê çîroke Hilwane ha Hilwane Warê şêr, şepalane Keç û xort tev rabûne Hember axa û begane Nav dinîvsînin li dîrokê Ji bîr nakin wê çîrokê Daxwaza Xelîl Çawgûn Nivisandin li dîrokê Şer dest pê kir li Hilwanê Axa hatine amanê Binivsînin fermanê Belakin li Kurdistanê Lawê Nîgarê Cemal Ew mêrxas Salih Qandal Cewher û Şûkrî bira Şehîdên wek Emîn Dal Ew halanê Hemê Reş Di dest da rext û kelleş Cûma Taq li axşûnê Seweregiya nabe qelleş Wana ax bege qelleş Eliyê Osmanê Elê Ê din Cimoyê Zelê Êvdirrehman û Sêdûn Hember axa wek kelê Mehmed û Ahmet Yetkîn Agirê Mahmut Zengîn Dolmiş a yên senayê Hilwan tev kiriye xemgîn Li zindan û ser çiya Hilwan mînak a giya Siltan Yawuz li ser çiya Şehidên me hemûya Li zîndana Diyarbekir Çara agir hembêz kir Bi riya birçîbûnê Emîn Yawuz jî bar kir Hilwanê ew al rakir Nav li cîhan bela kir Ket karwanê şehîdan Alî Çîçek jî bar kir Fîdan û Xanim xuşka Kefen bu xêlya bûka Tu caran ji bîr nabin Ew mêrxasê kumika Seyda Hilwanê dizane Destpêka me Hilwanê Nav û dengê Hilwanê Belav bû li Kurdıstanê Gotin û Mûzîk: Seydayê Hilwanê

Bêjebêje © 2015-2024