the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

Govend

(Nîşe: Ev ji çend stranan pêk tê.) ----- GUL ŞÊRÎNÊ Gul şêrinê gûlistanê Gul bibîne hayastanê Pelê gûzan ser fîstanê Sozek damin zivistanê Kurdistane bûka salê Xorta dînkir şiyand malê Xorta dînkir şiyand malê Çavê xorta tim li balê Çavkanî: Radyoya Êrîwanê ----- TEW TEW DÎLANÊ Tew tew gîdiyê dîlanê Xweziya min Kurdistanê Havîne zivistanê Dilêm kêyf û dîlanê Kurdistan deşt û çiya Kemilî gûl û giya Berîn ket berx û miya Pez hate ser bêriya Welatekî şêrîne Deşt û zozan hêşîne Serxwebûn û azadî Hertim daxwaziya min e Çavkanî: Radyoya Êrîwanê ----- KURDÎSTANÊ Kurdistanê kurdistanê Tu şêrîna ber dilayê Gul û sosin nav baxên te Çem û kanî ser bejna te Tu delalî tû bihişt î Kûlîlka nava sorgûla Tu şêrînî tu hesretî Can û malê me kurdayî Şer bilind bû gel pêra bû Doz bi doza şêrên te Baz û piling şêr û leheng Bûne qurban tew ji bo te Gotin û Mûzik: Seyîtxan (Koma Berxwedan )

Bêjebêje © 2015-2024