the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

Hîva Min

Hîvê hîvê hîvê hîvê hîva min Dil kemîn dil dîna min Wax… Nêçîrvana jîna min Deyndara evîna min Ne nêzi ne dûrî min hîvê Hîvê hîvê hîvê sûret sêvê Dilkevir rûbedewê Wax… Êşa li nav hinavê Şêrînê gulmek avê Şêrînê gulmek avê, Hîvê Na na na na na tu nayê Heviyên min dan ber bayê Wax… Ên çûyî şûn ve nayên Ji bo te nakevim tayê Ji bo te nakevim tayê, Hîvê

Bêjebêje © 2015-2024