the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

Rêwiyên Şad

Wekî her car bê dem çûn Ew zarokên dil koçber Wêneyên wê çîroka Qedexe û penaber Stranên wê çîroka Qedexe û penaber L’wan hespên veqetinê siwar bûn û çûn L’wan hespên azadiyê siwar bûn û çûn Dîsa bê dem çûn Dû rêwiyen şad Dû ewînperest Wek çiyan azad Wek çiyan heybet Lo lo lo lo lo xelîlo Min şopa te dît Li Agirî û Cîlo Lê lê lê lê lê Delîla Dengê ewînê Xemrevîna gerîlla Ka şalûlên KURDISTANÊ Bilbil ji mejda koçber bûn Tenê kevok di zindana dile me da girtîne De keko bilezîne Berîtanên di zindana dile me da azad ke Keskesoran li milen wan barke Ji bo zarokên êş giran Ma tû nizanî Êş û mişextîn nayê derhênandin De xûşka delal Disa bilîlîne wek bayên çiyayê azad Qet xema daholan nekşîne Em zanin dil dixwaze here cengê Le belê emê çermê dile xwe ji tera bikin dahol Gotin û Mûzîk: Argeş Delîla (Awazê Çiya) Helbest: İlyas Yücel

Bêjebêje © 2015-2024