the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Azad Bedran

Sirûda Doz

Tu yî rojek ronahî Germahî û bênahî Tu car ji dilêm dernahî Welat tu yî ji mere doz Tu bihuşta mîtanî Serhildan û jiyanî Çar demsal berxwedanî Hertim hertim wek bahoz Ey yarê gellê kurda Bi navê te yî pîroz Emê bikin tekoşîn Bi gellê te yê dilsoz Dayika me kurdistanî Ji êşan re dermanî Tu paytexta dilanî Hertim bi navê te soz Keç û xortên te yê efser Li dor te girtin çeper Ketin riya bê veger Ew fedaiyên nefer Gotin: İlyas Yücel

Bêjebêje © 2015-2024