a photo of Azîz Şarox

Azîz Şarox

Min Bêzarim

Min bêzarim, min bêzarim Le xom, le jîn, min bêzarim Le daxî jînî em çerxe Hezînim, dil birîndarim Le derûnim gulê sê dê Henasim agirî lê dê Le hesret dax û derdî dil Desûtê û dûkelî lê dê Çiye tawanî min axer Ewendey derd û rencim bî Le talî jîn û zindan û Hemû hesret be derçim dî Dibê bo çî e min wa bim Le dest meynit binalênim Be ser laşey dilî zalim Be dayim her bibarênim E min roley xem û rencim Tê gehiştûm, bi akam im Karmend û şagirdî rêgam Dekewte rê ser encam im Derûnî pir gir û şor im Deda tînî hemo hestim Desûtênê wûcûdî min Degoşênê dilî pestim E min dem got nerom lêra Le naw xelka bijîm çake Ke rojê hat û min mirdim Pena û dil kom bê ew xaka E min dem got biçêj emba Le gel de hemo talî Belam sed dax û sed heyfim Dergenîm lê bû halî Ke durî zor be qedr û zor Hunermend û be rêzî to Le ber çawî hemû alim Gelê gewre û azîzî to Her toj pûlî çirokî de Eger altonî xalîj bî Niya qedrit le komel da Eger xawin kemalîj bî Belam hey dad û hey bê dad Bo her dil cîrî ew xakey Be hêzir xo û beha yek wa Welatî xot reha nakey Ke encamî ewey diwaya Deçey behrî feramoşî Debê her mat û bê deng bî Heta demrî be xaloşî Tikam waya ke min mirdim Le jêr dil çêkî bimnêjin Le xolî xakî pîrozim Le ser gul komî dabêjin Le xolî xakî pîrozim Le ser gul komî dabêjin Heta **** Le naxî dergî min raçe We bîrim bêtewa hergîz We bîrim bêtewa hergîz Welatî xom le bîr naçê Le bîr naçê, le bîr naçê

Bêjebêje © 2015-2024