the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bagîyê Memê

Li Min Wayê

Li min wayê, li me fermane, Îro li me fermane Fermana kekê Dilşayê, serekî lo, lo, xortane Weylo mîro bira li vê sibengê bihata bejna kekê Dilşayê Seyt înala sirra sibê, bîna bayê di nava li vê bim Dibêjin, kekê Dilşayê çardeh gullê mamîzerê birîndare, ka kî vê diçe hewarê Wexta berê kekê Dilşayê dane kela Mûşê qe nedizanî bela wê hatinê bi dîtinê selav divê Li min wayê, li min wayê, îro li me fermane, fermana kekê Dilşayê, serekî lo lo xortane Weylo mîro wezê naçime Mûşê wa bi pêrra Lo lo dilo, wezê naçime Mûşê wa bi pêrra Dibêjin, kekê Dilşayê Seyîdînala, çardeh gullê mamîzerê birîndare Emê gavekê diçin davên ser sînorê lîkêye fêralin Wexta berê kekê Dilşayê Seyîdînalê dane kela Mûşê Me lê nizanibû cotê xulam xizmetkara bizivirîyana malê, li min wayê, li min wayê Îro li me fermane, fermane, fermana kekê dilşayê serekî lo,lo xortane…

Bêjebêje © 2015-2024