the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bagîyê Memê

Xeşîmo

Xeşîmo gede Nezano gede Delalo gede Orta dêrisê gunda da dibihurî mîna dem û dewata, hene zerî hene Rind û hewşê mala bavê xwe, a de gêzî dike A de bejnê wa teresa, çar bihust in Lingê wan ne reş e werdê qelişîne Pozê wana çomaxî ne, lêvê wana saqal in A de mînanî çaqê gamêşî ne Xeşîmo gede, nezano gede, bîneke wisa devê wan teresa dilefîne Mînanî eyarekî genî be A de ber germa Borçalîyêda bimîne, xeşîmo gede, ax nezano gede Xeşîmo gede Nezano gede Orta dêrisê gunda da dibihurî mîna dem û dewata, hene zerî hene Rind û hewşê mala bavê xwe gezî dike A de xalî û xalîçeya radixîne A de bejnê wan teresa mînanî dara spîndar e Çavê wana reş e leglegî ne Sûretê wana sor e xalxalî ne Lêvên wana wisa ziravî ne, a de mînanî belgê kaxizî ne Xeşîmo gede Nezano gede Na wele dîsa bîna darçîn û bixirka devê wan teresa dilefîne Xeşîmo gede, ax nezano gede Xeşîmo gede Nezano gede Çavê evda Xwedê divîne Divê xwezila mîrê mirazê Xwedê ra Wez ê rojek rojê bihara Şevek şevê payîza, nava singê berê wê ketama A de bira mêrê felekê bata, wele meytê min bixwesta Xeşîmo gede Nezano gede

Bêjebêje © 2015-2024