Bajar
Berfîn
Berbanga sibê ye
Berfê rê girtiye
Keça kê ye nizanim
Nêzî şeş salî ye
Ji dûr ve malê nêrî
Pîr û kal li ber dêrî
Kûçkê wê, berxê wê..
Hesretek da sêrî
Bi navê xwe vebe
Bi navê xwe Berfîn
Bi rengê xwe vebe
Bi xeyalê xwe ve..
Kardelen re bêje:
Koka me yek be jî
Pela min dibişkive
Bêhneke din ve dijî
J'gulfiroşan dûr keve
Delala min Berfîn
Xewnfiroşan dûr keve
Wunda kin te Berfîn