the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Bi Xatirê Te

Wê rengê esmanê sor dibe yarê Wê min re jî rê xuya dike yarê Para min a îro jî veqetîn e...jaro jaro Êdî biyanî cîrana min e Wê riya dûr û nenas Bextê min girt yarê Bext li ber min girt yarê Hişê min bû graveke mezin Distirên zimanên hesûd Kilama veqetinê De ax û eman ya min e.. Xatûnê bi xatirê te lê Şekirê navê desmalê Hevalê porsora minê Rûkê şox û şengîyê Bihuşta me li dû maye, li dû maye Emrê bihara me qediyaye Rê bang min dike, çavê min zîz e Nayê red kirin ew qeder e

Bêjebêje © 2015-2024