the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Emele

Ava dikim ava dikim Ji were mal çêdikim Belkî hûn nizanin mêvanno Bilî xewê, mal çêdikim Bê sîgorte û bê qerentî Sibeya xwe êvar dikim Belkî hûn nizanin mêvanno Bilî xewê, mal çêdikim Geh li jor geh li jêr im Li nav sedan malan digerim Kes napirse halê min Çima ez bêmal im Diwestim wez diwestim Bi çavên xew dinalim Wexta ku êvar dibe wax Zarok tên hembêza min way Dixwazin bi min re bileyzin Ezê neçar, zû radizim Dixwazin bi min re birazin Lê neçarî zû radizim Bîr nabe ji bîr nabe Ew roj tu bîr nabe Berfa reş ser me barî Gula me bû xar Bîr nabe lê bîr nabe Ew roj tu bîr nabe Gundê me xirakirin Mala me bû xwelî.. Walle em niha di kirê de ne Mal maleke xerabe ye Kêm maye li ser me hilwêşe Em yanzdeh kes in, ne baş e Dê û bavê min, zarokên apên min Yek jî malbata min, giş bi hev re dijîn Em bi tirsê ve radizin Lê xew jî çi xweş e ax Dibe seray û çar koşe

Bêjebêje © 2015-2024