the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Îșportecî

Li Stenbolê Risqê wî titûnfiroşî ye Li Mêrdînê zarokek bû Li vir bû bavik j'malê re Ev roja ku bihîkmet bû Digeriya nav kolanan Dixwest bi zaran re bileyze Lê, deh çavên malê li ser wî bûn Xewa wî êdî hat Xewn kete hişê wî Ser berda li ser dezgehê Xewna şêrîn xuya bû Apê Mûsa destê wî girt Geriyan kolan bi kolan Dezgehê de tim leyîstok Belav kirin li zarokan Rengîniya van moriyan Bû çavên zarokan Tavê hêdî hêdî Stûyê xwe xwar kir Zabitekî milê wî hejand û gotê: " Hadi kalk çocuk! Hadi kalk! "

Bêjebêje © 2015-2024