the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Mîrkut

Him dano Him xwarino Him jîyano Kesê nekin Bê îmano Kesê bikin Jîn û jiyano Hey ne li mal e ne li mal e Lawik hate pêş mal e Ber bîna te bêhal e Ji kerba keçikê dinale Xwedê ava bike vê malê Keçikê bike bermalî Danê me ye Pel kute ye Ew xwêdana Eniya me ye Axa naxwe Xatûn naxwe Ev jî keda Destê me ye Lawno rabin dan lêdan in Tev lê bidin nan û dan in Zar û zêçên me birçî bûn Li payîz û zivistan in Spas ji xudayê xwe bikin Daye me ev nan û dan e Bila emrê me wiha neçe Bê azadî bê îman e

Bêjebêje © 2015-2024