the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Bajar

Serhildan Jiyan e

Serhildan li serê çiyan Berxwedan li nava zindan Dengê xortan xweş tê min Hele dengê keçên dilovan Serhildan berxwedan Serhildan jiyan e hey hey Berxwedan jiyan e Rawestan ne karê me ye Pêşveçûn armanca me ye Kurdistan li hêviya me ye Çavên wê li rêça me ye (Dîsgotin) Dengê karker ji karistan tê Yê xwendevan ji dibistan tê Dengê pêşmerge ji qadê tê Dengê şehîd ji goristan tê (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024